Aram Tîgran - Hey Lo Dilo
wêneyê hunermendî:ê 240 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Hey Lo Dilo

Hey lo dilo hey lo dilo dil mehrûmo hey lo dilo
Te şikand dest û her du milo
Dilşewitiyo derd û kulo
Dil şewitî ye dil birîndar e hey lo dilo
Birîn kûr e pir xedar e
Dilşewitiyo derd û kulo
Her kes li min bû neyar e
Hey lo dilo hey lo dilo
Ne zengol ma ne hevsar e
Dilşewitiyo derd û kulo

Ne payîz e ne bihar e hey lo dilo hey lo dilo
Duniya alem dost û yar e
Dilşewitiyo derd û kulo
Duniya îro gurê har e
Hey lo dilo hey lo dilo
Bûne rûvî û keftar e
Dilşewtiyo derd û kulo

Dil birîne û bêçar e
Hey lo dilo hey lo dilo
Ray lênabe stûxware
Dilşewtiyo derd û kulo
Duniya îro gurê hare
Hey lo dilo hey lo dilo
Bûne rûvî û keftar e
Dilşewtiyo derd û kulo

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove
logo
mihemed seîd 20-01-2021 07:58:23
bo min bişînin

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?