Aram Tîgran - Hey Lo Lo Delal
wêneyê hunermendî:ê 361 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Hey Lo Lo Delal

Hey lolo delal, hey lolo lolo delal…
Bi gavê dibêjim delal, bi seetê dibêjim delal
Ezîzê ber dilê min xeyo lolo …..

De lê lo heyran, wezê delalê malê birêk im
Wez ê taştekî ji delalê malê re çê kim
Wez ê temam ronê Henisa jê re lê kim
Erke qîma delalê malê pê neyê
Ez ê cotê memika jê re pêşkêş kim xeyo lolo…

De lê lo heyran, berîka Mêrdînê berîkî dûz e
Pozê Qerjdaxa şewitî li ser de xûz e
Nava singê mehbûbê, min evdalê, temam zîv û zêrê alton e, xeyo lo lo lo

Gotin: Aznîv Boxosiyan
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?