Aram Tîgran - Îro Li Welat Şer e
wêneyê hunermendî:ê 189 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Îro Li Welat Şer e

Îro li welat şer e
Ber bi Ewrûpa mere
Tu binêr nav zindana
Xîret nema de here

Dakeve şer wek şêra
Ku bidî deynê mêra
Ku nedî deynê mêra
Dîrok te venaşêre

Ê me ye barê welat
Divê xwîn bikin xelat
Roja me nêz e wa hat
Tu bi revê nabî felat

Berxwedanê tu bibîn
Şêra xwîna xwe danîn
Axa welat tev bû xwîn
Ma xîreta te kanîn?

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?