Aram Tîgran - Jana Birînê
wêneyê hunermendî:ê 164 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Jana Birînê

Jana birînê pir dijwar e
Dayik bavo zar e zar e
Ev çi şîn e, çi zewal e
Girîn hêsir nabe çar e

Ji xew rabin li me hewar e
Dayika şêrîn pir kobar e
Dijmin wekî koremar e
Serî jê kin, hemû jar e

Artêşa me bi çekdar e
Mîna şêr û pêt û ar e
Gerîlayên me şiyar e
Li ser çiya û zinar e

Serî hildin, şer li dar e
Kurdistanê ji me re star e
Serok, partî, enî, artêş
Bo serxwebûn tim li kar e

Gotin: Seyîd Xan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?