Aram Tîgran - Ji Çiyayê Zaxo
wêneyê hunermendî:ê 159 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ji Çiyayê Zaxo

Hat buhar buhara Serhedê
Hezaran deng awaz in
Bû bîna kewê werdek û pezê
Gul in werdek û qaz in

Ji çiyayê Zaxo û Araratê
Çiyayê Cûdî, Sîpan û Xelatê
Deşta Mûşê, Sasûn û Xozatê
Tev egîd û şêr û mêrxas in

Heyfa min tê li wan cî û wara
Ciyê çeleng siwara
Ecem in felah in oyinbaz in
Ketiye destê barbara

War û cîyê piling mêr û şêr
Temam gur û keftar in
War û ciyê mêrxas û camêra
Tev tûlaz in mirdar in

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?