Aram Tîgran - Keç Diçûne
wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Keç Diçûne

Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî nêrgiz e,
Law diçûne mêrgê o
Zarino werinê heliz e.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî rihanê,
Law diçûne mêrgê o
Mêrga Deşta Rewanê.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî nêrgiz e,
Law diçûne mêrgê o
Zarino werinê helize.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî çîçek e,
Law diçûne mêrgê o
Bi hev ra bikin henek e.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî nêrgiz e,
Law diçûne mêrgê o
Zarino werinê heliz e.
Keç diçûne çolê o
Qesta gul û sosina,
Law diçûne çolê o
Qesta berx û mêşina.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî nêrgiz e,
Law diçûne mêrgê o
Zarino werinê heliz e.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinîn bendikê.
Law diçûne mêrgê o
Dîtin keça rindikê.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî nêrgiz e,
Law diçûne mêrgê o
Zarino werinê heliz e.
Keç diçûne dîlanê,
Keça gundê Rewanê.
Law diçûne xwendinê
Bajarê Yerewanê.
Keç diçûne mêrgê o
Keça çinî nêrgiz e,
Law diçûne mêrgê o
Zarino werinê heliz e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?