Aram Tîgran - Keçê Dinê
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Keçê Dinê

Keçê dînê desmala min taxa we de wenda bûye
Kê dîtiye, hilaniye zû bêjin min derengî ye

Kurko dîno min sond xwarî, desmala te min nediye
Kê dîtiye helaniye, ew dilê te ji te kiriye

Keçê dînê desmala min wê reng renge Kurmancî ye
Çûme Mûşê li wir dîtiye sûka jorê min kiriye

Keçê dînê ji te hêvî ye, de zû bike derengî ye
Kena te bêwujdanî ye, ez zanim devê te çi ye

Kurko dîno ez bêwar im, ji derdê te Birîndar im
Desmala te min hilaniye, bo dilê te hez kiriye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?