Aram Tîgran - Keçika Hane
wêneyê hunermendî:ê 56 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Keçika Hane

Yar were tu xwe ji min dûr meke,
Zû bi zû min ji bîra meke,
Sebra dilê xwe ji min ra veke,
Eşqa dilê xera meke.
Çavê min li keçika han e,
Keç sekinî li ser ban e,
Yar were tu meke van xema,
Tu hizkirî her du dema.
Yar were tu xwe ji min dûr meke,
Zû bi zû min ji bîra meke,
Sebra dilê xwe ji min ra veke,
Eşqa dilê xera meke.
Lê lê bedewê nav Helîmê,
Xeberxweşê zarşîrînê,
Delala min ew qolxozvan e,
Ew kulîlka nava xan e.
Yar were tu xwe ji min dûr meke,
Zû bi zû min ji bîra meke,
Sebra dilê xwe ji min ra veke,
Eşqa dilê xera meke.
Ax lê lê kewê dêmqemerê,
Nesekine tu wê derê,
De tu were biska zû zû şe ke,
Çeva kilde nala berê.
Yar were tu xwe ji min dûr meke,
Zû bi zû min ji bîra meke,
Sebra dilê xwe ji min ra veke,
Eşqa dilê xera meke.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?