Aram Tîgran - Keko Ez Bilûrvan Im
wêneyê hunermendî:ê 224 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Keko Ez Bilûrvan Im

Sivik çû Bihara min
Zer bû pelê dara min
Dûr bi dûr çû yara min lo
Ez(ax) nizanim çi bêjim?!

(Koro)
Keko ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji bo ez dilgiran im lo
Ax nizanim çi bêjim?!

Keko ez Cegerxwîn im
Dil bi kul û birîn im
Wan ayatan dixwînim lo
Lê(ax) nizanim çi bêjim?!

Hemû desta bidin hev
Xebat bikin roj û şev
Ji dil dibêm ne bi dev lo
Ez(ax) nizanim çi bêjim?!

Çima hemû nabin yek
Leşker naken lek bi lek
Kanê ew Burcê Belek lo
Lê(ax) nizanim çi bêjim?!

Hirç ketine nava rez
Gur ji hawir têne pez
Ji xew rabin em bi lez lo
Ez nizanim çi bêjim?!

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?