Aram Tîgran - Kengî Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 196 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Kengî Kurdistan

Kengî Kurdistan aza be rokê?
Xelas be ji wê kula teyrokê
Kengî wê bibe dewleta azad?
Wê bibe xweyê bext û miraza

Bax û baxçê me kirine deşta şêr
Mal û milkê me hiştine bêmêr
Mervê nexweş re lazim e derman
Ku ber çavê wî reş nebe esman

Dibên sebir ke rojek xweş wê bê
Pey şevê vedibe nûra serê sibê
Wexta qulingê dijmin sersing e
Gelo wê Kurdan çawa sebir ke

Kurdistanê de bi sal ziman e
Kurd hebûn heta niha jî mane
Rojek ji rojan wê çiya xeber din
Cihabê gelek pirsê me bidin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?