Aram Tîgran - Kilê Çava Pir Daniye
wêneyê hunermendî:ê 156 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Kilê Çava Pir Daniye

Kilê çava pir daniye eman eman dilê min î
Mal û taxa gerandiye eman tu delala min î
Dilê min ji ber helandiye, eman eman dilê min î
Keçê were mala me ye eman tu delala min î

Gula danîne nava dila, gula min î eman dilo
Gul bibîne, dil şêrîn e, gula min î eman dilo

Çavê te yî reşbelek in, eman eman dilê min î
Awirê çavê te gelek in, eman tu delala min î
Dil ku ew dil be zalim e, eman eman dilê min î
Keçê were mala me ye, eman tu delala min î

Rewşê gundê me nexiwanin(xuya nakin), eman eman dilê min î
Xortê delal bêyar manin, eman tu delala min î
Heya bimirim te ji bîr nakim, eman eman çavê min î
Sozê dila xera nakim, eman tu delala min î

Gotin: Hovsêpê Berbe
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?