Aram Tîgran - Kur û Dê (Dayê Çima)
wêneyê hunermendî:ê 198 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Kur û Dê (Dayê Çima)

Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye?
Ma qey bavo dizî kiriye an ku kesek ji wan kuştiye?
Dayik dibê: na kurê min bavê te xortek ciwan e
Dijmin ax welatê me bir vaye ew bi pêş ketiye

Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye?
Ma qey bavo dizî kiriye an ku kesek ji wan kuştiye?
Na kurê min li pêş bavo, li paş bavo karwan heye
Hemû ji xwîna dijminê me ala Kurdan ax sor kiriye

Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye?
Ma qey bavo dizî kiriye anku kesek ji wan kuştiye?
Na kurê min bavo tu car, ew dizîn kuştin nekiriye
Serxwebûna welatê Kurdan kar û pêşxweziya(1) wî bûye

Kur dibêje dayê çima dijmin bavê min girtiye?
Ma qey bavo dizî kiriye an ku kesek ji wan kuştiye?
Na kurê min ne bi kuştin û ne bi girtin û zindana ye
Hingî hebe em xwedîwelat in, axa bav û kalê me ye.
Xweziya yekê, yekemîn xwezî û daxwaz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?