Aram Tîgran - Kurdî Xweş e
wêneyê hunermendî:ê 191 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Kurdî Xweş e

Kurdî xweş e xweş e
Wek gula sor geş e
Tak rihan bibîne
Ew ji mi(me) re şêrîn e

Dinya Kurdan nas kir
Zimanê wê hez kir
Zimanê dê Kurdî
Dilê teva xweş kir

Bilbil çû ser darê
Bi Kurdî go: yarê
Mêrên Kurdan werin
Bibin hunerkarê

Kurmancî sorgul e
(Li) ser darê bilbil e
Ser dara şîn geş bû
Vekir sor simbil e

Awaz: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?