Aram Tîgran - Lêvşêrîna Min
wêneyê hunermendî:ê 174 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Lêvşêrîna Min

Tu hatî lêv şêrîna min
Evîn û devzêrîna min
Were xweş ke birîna min
Tu ser çavê me hatî

Bi dîdara xwe pir rind î
Birû hîv û şeker qend î
Di wê rê de te ne min dî
Bi bejna xwe şemşad î

Xezal û sed evîndar im
Di vê rê de Birîndar im
Bi qêrîn û bi hewar im
Tenê ez xweş jêhatî

Dema çek da bi şîranî
Me can û dil li ser danî
Rabû li xwe tev danî
Te qatek danî ser xanî

Gotin:Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?