Aram Tîgran - Leylikê
wêneyê hunermendî:ê 154 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Leylikê

Leylikê leylikê bi Leylikê Leylanê
Keçik xweşik e bi dayikê heyranê
Min awir danê bi Leylikê Leylanê
Çavî bazdanê bi dayikê heyranê

Govend li eywanê bi Leylikê Leylanê
Çûbûn meydanê dayikê bi heyranê
Hemû çûganê Leylikê Leylanê
Girtin dîlanê bi dayikê heyranê

Govend geriya bi Leylikê Leylanê
Kêf hat hemiya dayikê bi heyranê
Keçik keniyan Leylikê Leylanê
Xort tev pêşiya dayikê bi heyranê

Govend zivirî Leylikê Leylanê
Keçik beşirîn bi dayikê heyranê
Xorta bihûrîn Leylikê Leylanê
Şerm kir beşirîn bi dayikê heyranê

Govend li meydanê Leylikê Leylanê
Gulê û Canê bi dayikê heyranê
Girtin dîlanê Leylikê Leylanê
Ketin xwêdanê dayikê bi heyranê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?