Aram Tîgran - Lo Lo Pismamo
wêneyê hunermendî:ê 377 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Lo Lo Pismamo

Lo lo pismamo, çima deng nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî
Eskerê dijmin li çiyayê jor in
Weka xweşmêra, ji hev bela nakî?

Lo lo pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Rostem yan Egîd şêr î
Roja lêdanê mêr be li meydanê
Mêr be li meydanê, dotmam bi gorî

Lolo pismamo, haya te ji te be
Çarika min î reş li serê te be
Roja lêdanê, mêr be li meydanê
Lêdan tim hebe, reva te nebe

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
Pişta xwe girê de, bi rext û fîşek e(tifing e)
Pismamê min î, dotmama te me
(Mi) ji te re kildaye çavê belek e.

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?