Aram Tîgran - Lo Şivano
wêneyê hunermendî:ê 279 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Lo Şivano

Lo şivano, lo şivano
Te biçûko ez heyrano
Pez kişyane serê çiyano
Tirsa min e, van gurano

Lo şivano bilûrvano
Bilûrê xe bi dil û cano
Pez berdaye dor mêrgano
De tu lê xe, qeydê miyano

Lo şivano baran barî
Pezê xwe re be gudarî
Bilûrê xe heya karî
Her tim bijî dilovano

Şivanê min bilûrvan e
Tilî û pêçiyê wî ax ji ban e
Derdê dilê min ew zane
Her tim bijî dilovano

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?