Aram Tîgran - Mazlûm Şêrê Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 243 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Mazlûm Şêrê Kurdistan

Gelî cimaeta Kurdan, îro rewşa ku hûn tê de ne, ji do hîn zanetir, bihêztir û yekîtiyek hîn xurtir hûn dijîn. Ev pêşkeftin ji bo serkeftina gelê Kurdistan cara yekemîn e ku hûn serî hildidin û xwedî li pêşengiya xwe û şehîdên xwe derdikevin. We gelek mêrxas, fêris, egîd û qehreman ji bo serxwebûn û azadiyê dan û hîn jî didin. Ew ji we re bûn bîr û bawerî, bûn ronahiya rizgarkirina nîştiman. Ez hêvîdar im hûn ê li dû rêya rast, rêya hêja, pak a partiya xwe, serokatiya xwe ber bi welatekî demkoratîk, yekhev û serbixwe bi serê xwe yê çekdarî bigîjin heq û mafê xwe.
Dilê Aram Dîkran jî wê her fireh û geş bibe, bi dostanetiya xwe yî germ her li ba we be. Ez van kasetên xwe ji bo bibîranîna şehîdên azadiyê Mazlum, Egîd û hevalên din pêşkêşî we gelê Kurdistanê dikim.

Ax heval, xweş heval Mazlum şêrê Kurdistan
Bû şehîdê welat, mêrxas pilingê cîhan

Xweş heval Mazlum, ey Mazlum
Ceger ji polat bûyî, çi serbest û piling
Tim jîr û zane bûyî

Berxwedan şev û roj tim û tim karê te bû
Serxwebûna welat, xwestin û doza te bû

Mizgîn li wan şehîdan, bidin Kurd û Kurdistan
Dijminan, kedxwaran, em êdî nayên xapan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?