Aram Tîgran - Min Bihîst
wêneyê hunermendî:ê 76 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Min Bihîst

Aman aman aman aman,
Min bihîstî de îro gidî gidyano,
Yekî ji xwe ra xwestî,
Royê sê car dilê şikestî, xafika spî,
Bêm deweta te jî, erke ji min çêtir bî,
Pîrozik û bimbarik be, li wî canî cesedî,
Belê mi go erke ji min pîstir bî,
Ez ê dinya nifira li te bikim.
Tê nikanî pîr î destî mêra kuştî,
Laşê te bihele, tu bibî komekî hestî.
Tu bikevî ber vî destî.
Aman aman aman aman aman aman şewitiyê te me berxê.
Şêx Bedrê mino mi go bila dil bi dil be,
Bila mi go tûrê parsê li mil be,
De bila xwarina me garis be,
Doşeka me erd be,
Balîfka me kevir be,
Nivîna me esman be,
Tavekî rehmeta Xwedê,
Ser serê keleşgewra dilê me hasil be,
Aman aman aman aman aman aman şewitiyê te me berxê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?