Aram Tîgran - Min Gul Diçinîn
wêneyê hunermendî:ê 179 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Min Gul Diçinîn

Min gul diçinîn kesk û sor û zer
Li ser hev danîn bi neqş û huner
Stêrka şevê, ronya xwe da ser
Ji wan afirand, ala şoreşger

Ala me yî rengîn, kesk, sor û zer e
Sê rengê şêrîn bi neqş huner e
Rewşa Kurda ye, kembera zêr e
Boy Kurdistanê gerdena cewher e

Kurdino de rabin, gelê tekoşer
Rextan girê din, bi çek û Mawîzer
Welatê cîhan, xemilîn bûn bûk
Kurdistana me, maye wek pepûk

Xema mekişîne, dota kezîzer
Dinya şiyar bû, xortê şoreşger
Bûkê de rabe, xwe bide hember
Ev ala rengîn ji boy te kember

Awaz: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?