Aram Tîgran - Mîn Gulfiroşek Dît
wêneyê hunermendî:ê 87 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Mîn Gulfiroşek Dît

E ji xew rabûm,
Min gulfiroşik dî,
Pir gelek şa bûm,
Gul bi dil didî.

Hebûme yek dil, tev can û kul bû,
Nebûme bawer, can û dil didî,
Bazar me kir, go; ser bi ser nadim,
Ê gulperest bin, can û dil didin.

Ay dil ay dil ay dil dilo lo,
Te digo çi mi digo wilo lo,
Wext derbas bû weka do lo,
Heya ez heliyam lo.

Ay dil dilê xortanî,
Gelek tiştê xweş dizanî,
Min digo qey tu bi ziman î,
Lê bi kurmancî nizanî.

Ay dil ay dil ay dil dilo lo,
Te digo çi mi digo wilo lo,
Wext derbas bû weka do lo,
Heya ez heliyam lo.

Ay dil ay dil dilê geş,
Te dî gelek tiştê xweş,
Te yek dikir sed û şeş,
Xera kir kezeba reş.

Ay dil ay dil ay dil dilo lo,
Te digo çi mi digo wilo lo,
Wext derbas bû weka do,
Heya ez heliyam lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?