Aram Tîgran - Nazê
wêneyê hunermendî:ê 204 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Nazê

Naza mina pir bedew e
Dêmê nazik dinalîne
Gerdenqazê wekî sedef
Sûretê sor henarî ne

Bijangê wê pencê tavê
Weka durra tên dirijin
Çavê belek wekî hîvê
Şermoke ne û mêrkuj in

Xal û xetê gerdena zer
Rû esmana, ew bûne rêz
Zilfê zêrîn, eniya gever
Wek kembera bûne hemêz

Lêvê nazik pir nazî ne
Sorawazî, kaxezî ne
Dota Kurdan pir bedew e
Memik ziyaret, qudretî ne

Gotin û Muzîk: Îşxanê Aslan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?