Aram Tîgran - Nêrgiza Zînê
wêneyê hunermendî:ê 204 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Nêrgiza Zînê

Şepal û Nêrgiza lê Zînê
Qeşeng î bi nazî şêrînê
Hem gul î rihan î bi bînê
Tu melhema ser birînê

(Koro)
Dîlber were tu çi kubar î
Memik ji sêvan û hinar î
Nêzî min be were bi diyar î
Tu wekî birûsk û wekî ar î

Ew dev û lêvên te yî qirmizî ne
Rûkên te yî sor wekî hingivî ne
Nav bexçê me wekî gula şîn e
Ber êvarê ji boy min şêrîn e

Te hîv û roj li min kire tarî
Li ser min teyrok û baran barî
Çima nêzîk dibî bi dilsarî
Dil û ceger şikand bi yek carî

Gotin: D. Mîdî
Meqam: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?