Aram Tîgran - Newroz e
wêneyê hunermendî:ê 361 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Newroz e

Newroz e, Newroz e
Sibe ye Newroz e
Maçek bide min yar
Cejna te pîroze

Newroz e û buhar e
Bel bûne gul û dar e
Mîna gulê har e
Destê mi bi destê yar e

Newroz e, Newroz e
Maçek bide min yar
Cejna te pîroze

Newroz û sersal e
Nêva gulê al e
Wek çîçek û lal e
Sor û zer û kal e

Newroz e, Newroz e
Sibe ye Newroz e
Maçek bide min yar
Cejna te pîroze

Newroz û mizgîn e
Bihara bengîn e
Kesk û zer û şîn e
Qalîça rengîn e

Newroz e, Newroz e
Maçek bide min yar
Cejna te pîroze

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?