Aram Tîgran - Nexweş Im
wêneyê hunermendî:ê 146 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Nexweş Im

Nexweş im ber serê min
Rûniştiye xweşkukê
Serê xwe ye gewir û boz
Min daniye ser çokê

(Koro)
Min çavê xwe lê vekir
Xwedêwo binêrim ez
Birûh xwarin wek hêv in
Dêm spî ne, wek rokê

Min destê xwe avêtin
Bejinê, birûh, enî xweş
Hê çi gazinda nekir ji
Maç û gezan keçkukê

Mi destê xwe bir bi Xwedê
Bilind kir û jê re got:
Tu wê biparêzîne
Her ji çavan û zarokê

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?