Aram Tîgran - Qîzka Delal
wêneyê hunermendî:ê 178 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Qîzka Delal

Qîzika delal çi rûniştî tu melûl
Ax sazê xwe te daniye ji xwe dûr
Difikirî benz xweş nabe tu dexûr
Bijê çima hubê ra tu bûyî qûl

Wisa nenêr wisa nenêr tu li min
Bêdû bêdû dişewite dilkê min
Ji awirê te ji awirê te qîzika baş
Dilê min î, dilkê min î tim nexweş

Bêje çend in dax merema dilê te
Eger zaf e, pir giran e derdê te
Ax bira bibêje bilorîne sazê te
Boy çi bedew, ax melûl e dilê te
Bila bibêje bilorîne sazê(a) te
Boy çi delal, ax melûl e dilê te
Bila bibêje bilorîne sazê(a) te

Wan awirê xwe, wan awirê xwe bîr bike
Baqê gula, baqêt gula çê bike
Xwe helal ke xwe helal ke tu li min
Bira qenc be, bira qenc be dilkê min

Wisa nenêr wisa nenêr tu li min
Bese êdî îşiq nema li çavê min
Sêva sor î sêva sor î tu li nav rez
Timê ji te timî ji te roja ez

Wê saz hilda, ax saz da ber singê xwe
Ser saz hejand tiliyê nazile şûşe
Bû zingîna saz destê nazike
Ez bêsewda çûm rûniştim kêlekê

Ew zivirî ax wê berê xwe da min
Go pey hubê re nikarim ne zar im
Min dûr here tu min tenê bihêle
Dilê min ê hela zaf ê binale

Gotin û Muzîk: Paşayê Efo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?