Aram Tîgran - Rêya Kobanê
wêneyê hunermendî:ê 659 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Rêya Kobanê

Rêya Kobanê bi dar e
Siwaran xwarexwar e
Qelenê keçka delal
Li ser pişta min bar e

Pêşiya malê xendek e
Feqîr derî lê veke
Keçik dertê li ser çiyan
Gotina bavê xwe nake

Pêşiya malê bi kondir e
Çeleng keçika Xidir e
Porsorê keçika kesk e
Hiş û aqil li wir e

Pêşiya malê bi genim e
Palayan hirm û gorm e
Çelenga min derbas bû
Xirxala xirmexirm e

Pêşiya malê bikizin e
Rindê bi dest û bazin e
Qelenê çavreşa(keçika delal) min
Sed û pêncî bizin e

Gotin: Feqîr Ehmed
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove
logo
Nûr 12-12-2020 12:42:54
Gelo ev helbest resen e?

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?