Aram Tîgran - Rojbaş Diyarbekir
wêneyê hunermendî:ê 3803 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Rojbaş Diyarbekir

Di xewnên şeva de min qet bawer nedikir
Bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir
Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir
Em hatin te bibînin, te derî li me vekir

Cîyê warê bav û kalan pir şêrîn e
Ew sûr û bedenê te tev dîrokî ne
Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir
Em hatin te bibînin te derî li me vekir

Çendik û çend sal e bêy te ne tu hal e
Dil û ceger heliyan kûr kûr dinale
Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir
Em hatin te bibînin te derî li me vekir

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?