Aram Tîgran - Şehîd Firat
wêneyê hunermendî:ê 279 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Şehîd Firat

Dema we xweş be gelî Kurda. Îro hêviyekê di kûrahiya dilê we de ronahî daye. Ev ronahî ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelên bindestên herêmê, bûye hêviya serkeftinê. Eger îro gelê Kurdistanê di serhildana Amedê de bi sedhezaran rabibin piyan, xwedî li şehîdê xwe derketibe, rastiyekê datîne ber çavan:
Belê ev rastî çirandina kefen e, şikandina zincîrên koledariyê ye, mizgîniya azadî û serxwebûna Kurdistan e.
Gelî Kurdan îro dilê we bi soz e, dilê min jî bi we re disoje. We mêrxas û rewşenbîrekî mîna Vedat Aydin di serhildana Amedê de şehîd da, lê bizanibin bedela Kurdistana şêrîn xwîna gelek Vedatan dixwaze.
Ez jî vê kaseta xwe bi hêviya serhildanên nû diyarî gelê Kurdistan û şervanên azadî û serxwebûnê dikim.

Kela Derzin nav dara ye
Geliyê Bitlîs jê xuya ye
Heval Firat şehîd ketiye
Mektûba wî di xwînê de maye

Heval Firat tu ciwan î
Tu fêrs û pehlewan î
Pêşmergeyê qomandan î
Rewşa xortê şoreşvan î

Heval Firat canfeda ye
Beriya teva hêriş daye
Dar û devî, kuçik kevir
Li şerê wî ecêb maye

Kela Derzin bi dar û bi birin
Pêşmergê Kurd lê digerin
Heval Firat dikir qêrîn:
Ya azadî ya jî mirin
Ya serxwebûn ya jî mirin

Gotin: Maşallah Öztürk(Maşellah Xoce)
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?