Aram Tîgran - Şehîdan
wêneyê hunermendî:ê 277 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Şehîdan

Hey wax li min hey wax li min lê lê dayê
Çi dewranek xirab hat ser vê dinyayê
Soz û qirarê felekê li pey me nayê
Kula şehîdan ji dilê me dernayê

Hey wax li min wax van şehîdan wax
Hey wax li min wax van egîdan wax
Şêrê Kurdan wax, derdê giran wax
Şehîd ketin wax, xwîna xwe dan wax

Rabe lawo şerê giran tu bibîne
Mawîzêriya bavê xwe ji xorcê derîne
Dilê dayika te kurê min kulbirîn e
Rabe lawo heyfa bavo tu hilîne

Rabe lawo rabe rabe, şer e şer e
Roma Reş xayîn kafir î bi gef û gor e
Şer qewimiye lawo rabe feyde nake
Rabe pişta xwe girê de rext û fîşek e

Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?