Aram Tîgran - Sergovendê Milanî
wêneyê hunermendî:ê 198 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Sergovendê Milanî

Ser govendê milanî,
Lawino lêxin eranî,
Tu ruh î ruh î can î,
Te zû kêfa mi anî.

Vî erdî vî esmanî,
Çil hêstirê qeremanî,
Sed kîs perê siltanî,
Min qelenê te anî.

Ser govendê milanî,
Lawino lêxin eranî,
Tu ruh î ruh î can î,
Te zû kêfa mi anî.

Govend mala bava ye,
Serê govend zava ye,
Govend heqê zava ye,
Ev qa qelen pê daye.,

Ser govendê milanî,
Lawino lêxin eranî,
Tu ruh î ruh î can î,
Te zû kêfa mi anî.

Govend lêxist lemelem e,
Kirasê bûkê felem e,
Zava gelek bê xem e,
Bûk êvarê li cem e.

Ser govendê milanî,
Lawino lêxin eranî,
Tu ruh î ruh î can î,
Te zû kêfa mi anî.

Çi govendek bi deng e,
Kirasê bûkê heftreng e,
Bûkê derxin dereng e,
Bîna zavê zef teng e.

Ser govendê milanî,
Lawino lêxin eranî,
Tu ruh î ruh î can î,
Te zû kêfa mi anî.

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?