Aram Tîgran - Şev Çû
wêneyê hunermendî:ê 475 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Şev Çû

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû?
Rabe pey kev ay dil zû w(î)ê werîne
Te´z biriştim ay dil îşev çima çû?

Şev çû ma tu êdî hew têy lo
Ez ranazêm kengî bêy te xew tê lo
Xanî bûye zîndan, tê de ranazêm
Ta spêde qîr û nalîn tew tê lo

Te ji min dil bir carek min ji ter nedigo na
Te rû kul kir carek min ji ter nedigo na
Çima îro tu ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir, carek min ji ter nedigo na

Ay dil ay dil ma kes nîn e mîna wê (na wele)
Ji boy çi tim dilxwazê dîna wî
Ax dema destê wê li bin serê min
Bi(li) min xweş tê gelek hilm û bêna wî

Dilê min jî te dixwazê bibîne
Tu(1) bi dûr ketî çavê min te nabîne
Çima roja eşqa hev qa kin bûne
Lê ev şîna dil jî her tim namîne

Gotin: Cegerxwîn
Meqam: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?