Aram Tîgran - Şeva Tarî
wêneyê hunermendî:ê 354 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Şeva Tarî

Şev û tarî nîvê şevê xewa şêrîn
Vê zalimê çima nayê, dilê mi kir birîn
Ew hesreta nav dilê mi da, tev bû girîn
Ji girîna çavê min werimîn

Heya kengî bikim gazî û bibêjim
Derdê nava dilê xwe jê re birêjim
Îsal pê da, serî li min gerandiye, kerr û gêj im
Vê zalimê çima nayê jê re bêjim?

Vê zalimê çima nayê mi bibîne
Kelekî xwêdanê min dibe û yek tîne
Rêka min dûr e, çavê min wî(ê) nabîne
Dilê mi jê re bi kul û birîn e

Keçê çima tu bêdeng î tu bêhiss î
Çi zalim î, çima tu min napirsî?
Herê Wileh îro bi ro(bi roj) te canê mi heland
Dil û cegera min hebû, te helisî

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?