Aram Tîgran - Siya Darê
wêneyê hunermendî:ê 327 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Siya Darê

Çûm siya darê, min dî yek li wir
Bejina wê bilind, rû bi ken û gul
Min silav lê da, nego li ser dil
Û ket riya xwe, da min derd û kul

Şeilûl derd anî, şûr li hev anî
Li ser tala dar yara te kanî?
Tu wê çi bikî yar, ku tune be war
Ey feqîrê min, here bike kar

Çi dixwazî ji dil, derdan dikî kul
Lê te ranakin, ew bara ser mil
Te berda ew yar, megirî li bin dar
Tu jî wekî min bûyî evîndar

Bo yar bistînim, bikim serxwebûn
Deynim sîstema azadî û hebûn
Milyaran çê kim, gul û gulistan
Ez û tu bijîn tev li Kurdistan

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?