Aram Tîgran - Taxa Filah
wêneyê hunermendî:ê 226 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Taxa Filah

Ne mi go ji te re, em neçin taxa van Filah
Wer diyarê werdeka, wer diyarê werdeka
Çavê bi kila
Memkên wana sêv in, wek top û gula
Wela wê ji me bibin, bîla wê ji me bibin meheba dila

Çend car mi go ji te ra, em neçin taxa wan
Bejina wan zirav in, bejina wan zirav in
Mînanî hêlan
Kenê wan dirijin, ji dev û lêvan
Wilah wê ji me bibin, bîla wê ji me bibin
Ax dîn û îman

Hin ji wan cotecot in, hin ji wan çareçar in
Hin ji wan qey bidost in, hin ji wan qey bidost in
Hinek biyar in
Hin ji wana rûkê wana sêva ser dar in, hin ji wan mi çinî
Hişt, hin ji wan mi çinî hişt hinek mi xwarin

Ax mi(n) rû kur kirin, simêla berdan
Tu ji min bawer bike, tu ji min bawer bike
Bike bigûman
Çi dîn îman hebû ew jî min berdan
Tizbiya destê min jî, tizbiya destê min jî, ma li taxa wan

Ne mi go ji te re, em neçin taxa van Filah
Wer diyarê werdeka, wer diyarê werdeka
Çavê bi kila...

Gotin: Meleyekî Kurd li Qamişlo
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?