Aram Tîgran - Te Ez Kal Kirim
wêneyê hunermendî:ê 734 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Te Ez Kal Kirim

Te kal kirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min te weşand
Bihar çû, te payîz anî

Hêviya min nema di jînê de
Bêkes mame di vê dinê de
Gula dilê min çilmisî
Qe şîn nabe ji îro pê de

Birîn kûr e cebar nabe
Bi dermanan rehet nabe
Heyfa min tê li wê heyfê
Ku li mirinê çare nabe

Ka tu binêr li halê min
Te çi aniye li serê min
Birînê zor daye ser min
Mirin gelek nêzîk bû li min

Gotin: Ebdulmesîh Efrînî
Meqam: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?