Aram Tîgran - Tozê Neke
wêneyê hunermendî:ê 188 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Tozê Neke

Tozê meke, tozê meke
Min tozê de wunda meke
De tu rûnê li ber eynikê
Bisik û guliya ji xwe re şe ke

Tozê meke keçka delal
Tu teyrek ser ava zelal
Te ez dîn kirim berdam dinê
Te xatûnê keçika helal

Tozê meke, tozê meke
Min tozê de wunda meke
Şeir û gulik xweş li te tê
De rabe zû dest hene ke

Tozê meke, tozê nerind e
Xatûn ji kanîka gund e
Wek xezala vê Rewanê
Bejina delal serbilind e

Gotin: Dr. Bawer Rodî Qantoz (Rodî Demirkapı)
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?