Aram Tîgran - Tu Dilê Min Î
wêneyê hunermendî:ê 89 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Tu Dilê Min Î

Kilê çava pir daniye, eman eman dilê min î,
Malêm li taxa gerandiye, eman tu delala min î,
Dilê mi ji ber helandî ye, eman eman çavê min î,
Keçê were mala me ye, eman tu delala min î.
Gul danîne nava dila, gula min î nava dila,
Gul bi bîn e gul şîrîn e, gula min î eman dilo.
Çavê te yê reşbelek in, eman eman dilê min î,
Awirê çavê te gelek in, eman tu delala min î,
Dil ku ew dil be zalim e, eman eman dilê min î,
Keçê were mehla me ye, eman tu delala min î.
Gul danîne nava dila, gula min î nava dila,
Gul bi bîn e gul şîrîn e, gula min î eman dilo.
Rewşê gundê me ne xan e, eman eman dilê min î,
Xortê delal bê yar mane, eman eman tu delala min î,
Heya bimrim, te ji bîr nakim, eman eman çavê min î,
Sozê dila xera nakim, eman tu delala min î.
Gul danîne nava dila, gula min î eman dilo,
Gul bi bîn e gul şîrîn e, gula min î aman dilo.
Keçê dînê tu bêdeng î, eman eman dilê min î,
Ez ê bihelim heya kîngê, eman tu delala min î,
Kilê çava pir tanî ye, eman eman dilê min î,
Malêm li taxa gerandiye, eman tu delala min î,
Dilê mi ji ber helandî ye, eman eman dilê min î,
Keçê were mala me ye, eman tu delala min î.
Gul danîne nava dila, gula min î eman dilo,
Gul bi bîn e gul şîrîn e, gula min î aman dilo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?