Aram Tîgran - Wekî Moriya
wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Wekî Moriya

Ey mileto bindesto pir barek giran
Werin bigirin destê hev tev wekî biran

Weka moriyan bikin xebat û lebat
Ji boy ku xelas be ji destê dijmin welat

Di dinê de carekê tev rabine ser xwe
Bi zanistî bikin kar, kar û barê xwe

Her kes dere ser hîvê, istêr û deran
Em mane hîn bindest, reben û talan

Bidin hev du dest bi dest pişt û dil û can
Dijmina zorê derxin, derxin ji warê xwe
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?