Aram Tîgran - Welat
wêneyê hunermendî:ê 59 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Welat

Kula dilê min welat,
Kesera dilê min welat,
Tavê avêt rohilat,
Wexta şixul û xebat.
Welat gelek şîrîn e,
Milet welat dihebîne,
Axa zîv û zerîn e,
Xebatê tim pêş da tîne.
Kula dilê min welat,
Kesera dilê min welat,
Tavê avêt rohilat,
Wexta şixul û xebat.
Welat deşt û zozan e,
Milet di nav da bira ne,
Qesr û qonax lê dane,
Ji bûyî emrê însan e.
Kula dilê min welat,
Kesera dilê min welat,
Tavê avêt rohilat,
Wexta şixul û xebat.
Welatê me zaf xweş e,
Şixul li ser rê ye dimeşe,
Dilê însan tim geş e,
Kêf kêfa min û Keleş e.
Kula dilê min welat,
Kesera dilê min welat,
Tavê avêt rohilat,
Wexta şixul û xebat.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?