Aram Tîgran - Wele Govend Ranabe
wêneyê hunermendî:ê 273 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Wele Govend Ranabe

Wele govend ranabe
Bîle govend ranabe
Xwelî li mêrê xira be
Radizê şiyar nabe
Radizê şiyar nabe lo lo…
Rûdinê qe ranabe lo lo….

Ha di cî de di cî de
Mala apê Hecî de
Ramûsanek bide min
Di quncikê tarî de

Berçem berçem diçûme
Benîştê xwe dicûme
Leqay dostê bûme
Dost keniya pê şa bûme

Vî erdî vî esmanî
Çil hêstirê Qeremanî
Sed kîs perê sultanî
Mi qelenê te anî

Mi dî li min fetilî
Eynek danî xemilî
Xwezî mi gewra xwe bidîta
Li ser tevna ewilî

Ewa hat û ewa çû
Siwar hat û peya çû
Çavê min bi çavê reş ket
Hiş û aqil pê re çû

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?