Aram Tîgran - Wexta Zerya Min Nîşan Kirin
wêneyê hunermendî:ê 229 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Wexta Zerya Min Nîşan Kirin

Wexta Zerya min nîşan kirin
Devê birîna min vekirin
Birîn tije xwê dikirin
Derman çare pê nedikirin

(Koro)
Wexta Zerya min nîşan kirin
Devê birîna min vekirin
Birîn tije xwê dikirin
Derman çare pê nedikirin

Derdê dila wê çawa be
Dil kafire re pê nabe
Eşiqa dila betal nabe
Gelo halê me çawa be

Çi zinarek teqeteq e
Min gul çinî te kir baqe
Kê dîtiye kê bînaye
Qîz ser kuran bû aşiqe

Çi kanîke wê qicqicî
Cotê kewa lê xaricî
Xwezla min li wî xortî biya
Ew bi dilê xwe zewicî

Derdê dila kes nebîne
Gere mirova dilzêrîne
Dil ku ketê çare nabe
Başqa dila nahebîne

Gotin: Kurdekî Ermenistanê
Meqam: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?