Aram Tîgran - Xefûrê Bira
wêneyê hunermendî:ê 155 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Xefûrê Bira

Em te bîr nakim ax Xefûrê bira
Nav dilê me dayî wek rohnî wek çira
Dûr ketî ji dê û bav û xwişk û bira
Bûy şehîdê welat ji boy gelê xwe re

Tu şehîd ketî boy welatê xwe
Çiyayê Kurdistanê av de bi xwîna xwe
Tu bi nav û deng bûyî nav gelê xwe
Bûy xelatek mezin ji boy dîroka xwe

Tu ciwan bûyî lê bican bûyî
Nav dost û hevalan wek bira bûyî
Nav gelê xwe û xerîb û xurbeta
Tu hatî hezkirin û birûmet bûyî

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?