Aram Tîgran - Xezal
wêneyê hunermendî:ê 52 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Xezal

Were xezalê, emrê min î were,
Sosin vebûne, êdî bihar e,
Were xezalê, emrê min were.
Sêva cinetê, baxê qudretê,
Melhema dila, şîrîn şerbet e,
Were xezalê, emrê min î were.
Sosin vebûne, êdî bihar e,
Were xezalê, emrê min were.
Axîna dikim, heyfa min li te tê,
Kewa gozelê, leyla cinetê,
Were xezalê, emrê min î were.
Sosin vebûne, êdî bihar e,
Were xezalê, emrê min were.
Tu nûra sibê, derdê vê qulbê,
Tu were ba min, bûy navê Xwedê,
Were xezalê, emrê min î were.
Sosin vebûne, êdî bihar e,
Were xezalê, emrê min were.
Te ez helandim, êdî gune me,
Naziya neke, ez li hêviya te me,
Were xezalê, emrê min î were.
Sosin vebûne, êdî bihar e,
Were xezalê, emrê min were.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?