Aram Tîgran - Yar Bi Min Re Nayê
wêneyê hunermendî:ê 90 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Yar Bi Min Re Nayê

Xemilî zozan û min ra keniya,
Tavê ezmana rewşa xwe dayê,
Gulê gazî kir min hate manya,
Ez dikim herim yar mi ra nayê.

Kanî xulxulî orta çiya ra,
Dinê bû zeynet û textê şayê,
Dikim ku herim tebiyetê seyra,
Ez dikim herim yar mi ra nayê.

Hemû çiya şa bûn û hub û hewes,
Cangirî tune îro li dinyayê,
Hemû ciya ken e bê midim ranaz,
Gazî me dikin yar mi ra nayê.

Yara min bedew nola wan gula,
Kîja rewş dane îro dinyayê,
Gul gelek hene çavreşa dila,
Dikim ez herim yar loma nayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?