Aram Tîgran - Yar Li Tebeqa Duduya
wêneyê hunermendî:ê 153 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Yar Li Tebeqa Duduya

Yar li tebeqa duduya
Rûnişt û rabû piya
Xwîna min zû lê keliya
Dilkê min ji ber êşiya

Yar tu were vî banî
Dosto were vî banî
Min nîşaniya te anî

Xwezila min bi wê hingê
Te dest avête bêjîngê
Mi dest avête tifingê
Bi hev re çûne Zivingê

Yara min sekinî li pê ye
Çi bejinek zirav lê ye
Yar tu were mala me ye
Berê derî li qublê ye

Yara min tê ji bostanê
Şara sor bifîstanê
Pêra ketime seyranê

Gotin: Dîkran Melikiyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?