Aram Tîgran - Yar Tu Were
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Yar Tu Were

Yar li tebeqa duduya
Rûnişt û rabû piya,
Xwîna min zû lê keliya,
Dil kê min ji ber êşiya.
Yar tu were vî banî,
Dost tu were vî banî,
Min nîşaniya te anî.
Xwezla min a bi wê hingê,
Te dest avêt bêjingê,
Min dest avête tivingê,
Bi hev ra çûne zivingê.
Yar tu were vî banî,
Dost tu were vî banî,
Min nîşaniya te anî.
Yara min sekinî li pê ye,
Çi bejnek zirav lê ye,
Yar tu were mala me ye,
Berê derî bi quble ye.
Yar tu were vî banî,
Dost tu were vî banî,
Min nîşaniya te anî.
Yara min tê ji bostanê,
Şara sor bi fîstanê,
Şara sor bi fîstanê,
Pê ra ketime seyranê.
Yar tu were vî banî,
Dost tu were vî banî,
Min nîşaniya te anî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?