Aram Tîgran - Yara Min a Bedew e
wêneyê hunermendî:ê 307 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Yara Min a Bedew e

Yara min a bedew e,
Çavreş e singsedef e,
Yar ez wa nakim.
Memê narîn wisan in,
Mîna sêv û hirmiyan in,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

Yara min a bilind e,
Çavreşê gula gund e,
Yar ez wa nakim.

Biriyê Narê qeytan e,
Eniya gever meydan e,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

Yara min a pêşeng e,
Şara serî heftreng e,
Yar ez wa nakim.
Dêmê Narê sorgulî,
Kesk û sor da xemilî,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

De tu rabe were li ba min,
Te ez bûy xwe helandim,
Yar ez wa nakim.
Qeşeng çavreş bedewê,
Porsorê pencê tavê,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

Wez nexweşê ber hal im,
De tu were ber bala min,
Yar ez wa nakim.
Derdê dil da dinalim,
Gul sosina dewran im,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

Gazî dikim deng nakî,
Derd û kula tev radikî,
Yar ez wa nakim.
Nazdarê naziya neke,
Soz qirarê me yek e,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

Delala min çima ditirsî,
Ne wez xort im tu qîz î,
Yar ez wa nakim.
Wexta daweta me ye,
Dinya alem şade ye,
Agirê dilê min vesîne,
De tu were ba min.

Gotin û Muzîk: Îşxanê Aslan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?