Argeş Ararat - Dayê
wêneyê hunermendî:ê 1264 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Argeş Ararat - Dayê

Min dixwest,
Îşev bibim mêvanê xewn a te ya şêrin.

Birînên dilê tal,
Zarokîya xwe bi xemlînin dayê.

Bêkesî ya te,
Bi kenê zarokîya xwe şa bikim dayê

Ber agirê çîyakî me,
Nav xewn a azadîyê de me,
Hesreta te şîn bû dayê,
Di nav pêtên şoreşê de

Dayê, cana min dayê!
Jana emrê min dayê
Derîyê xewnên xwe veke,
Îşev mêvan im dayê!

Lori lori ji min re bêje dayê!
Dergûş a min bihejîne dayê…
Pora min dilê min miz bide,
Hemêz bike delalê xwe dayê!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î