Armanc - Jan
wêneyê hunermendî:ê 83 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Armanc - Jan

Were yarê li hêvya te me dilê min pir bi kul û xem e wî.
Xûrbetî ne karê me ye mam bi hisreta dîtna te ye wî
Jan û birîn bûm dilbirîn evîn xweş e bi te re evîn wî
Were em destê hev bigrin şa bin warê xwe yî şêrîn wî

Wa ye li me çû dem û dewran ne kêf maye ne jî seyran wî
Halê xerîb yê xerab e li van deran û li her deran wî
Car caran ji xwere bîne bîra xwe roj ên em ketîne dilê hev wî
Ma çewa têne ji bîr kirin ne bayê li ber baranê ye wî

Gotin û Muzîk: Armanc
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î